کوردی | Kurdi | English
 
 

Li sala 1983ê li bajarê kerkuk ji dayîk dibe, li temenê Sê salî û li wî serdemî ko rijêma be`sa ji navçûyî mijîlî bi ereb kirina ronistvanên kurd li kerkuka dilê Kurdistanê bî, neçar dibe vi bajarî bicihbihêle.

Pasî li wilatê holenda akincî dibe û dirêjî bi jîyara xwe dide ligel Du bira û dayîk u babe xwe, li heft salî diçe nav gorûpekî `koral` li holenda û bi hevra ko pitir ji 20 zarowa dibin, li bin çavdêrîya mamostayekî holendi fêrê muzîkê û sitran gotnê dibe.

Li Sêzde salîyê diçe dibistana `Deng` li holenda heya bikare bi rêçeka zanistî sarezayî di van bwara da peyda bike, li wir pir dixebite heya bikare tonêt xwe paqij bike û fêrî hinek ji destpêkên vî hunerî be û li vê dibistanê Du sala liser xwendinê berdewam dibe û pasî salekê dersa muzîkê yanko kîbordî dixwine.

Li temenê 16 salî de bi rêka hunermend Ciwad Mîrane (sitranbêjê kurdistana bakur) nîyasîn li gel (koma berxwedan) dike û pasî diçite Ekadimîya Kurdî li Elmanîya û li wêrê niyasînê ligel mamosta `Wirya Ehmed` dike û ef mamostaye pir harîkarîya wê dike, heya diçîte `Medya TV` û bo cara yekê besdarî di programê `sanesên` da dike ko birêz `Berzan Sasiwar` pêskês dikir.

Pasî bi palvedana hunermendê birêz, awazdanerê xodan sîyan (Borhan Moftîzade) hizr di belav kirina berhemê CD yekê dike.

Berhemê Çopî yî yekê binavê (Çît Naw bnêm= Çi nav bo to danim) ko ji 9 sitrana pêkhate û Çar ji wan li awazên hunermendê birêz (Borhan Moftî) ne , li dawîya sala 2004 belav dibe.

Li destpêka sala 2007ê berhemek dî belav dike binavê (Nawit denêm Jino) ko ji 13 parçe sitrana pêk hatîye, hun disên li ser vî malperî bara pitir li ser ef 2 berheme bixwînin û gohdarîya hinek ji wan bikin.

Heya niha 12 sitran kirine klîp û li Hesit kenalên tilivîzyonêt esmanî belav dibin û li pitir jî 30 tilevîzyonêt xwemalî yanko mihelî jî belav dibin.

Konser û fistîvalêt vê hunermenda deng xwes (ko gelek jî ereba dibêjnê Feyroza Kurda) li çar rexên holenda bitinê nemane,heya vê gavê pitir jî 10 cara bi merema sitran gotn û konser pêskês kirin ser li Emrîka û Keneda daye û konserên wê li bara pitir jî wilatên dinê belav bîbe, mina Swêd û Fînlenda û Danîmark û Nerwîj û Elmanya û Nemsa û Siwîsra û Ukranîya û Beljîka û Yonan û …htd.

Hunermend Çopî bo sitran gotin û konser pêskês kirin li Kurdistanê tu cara kemtirxemî nekire û seredana Kurdistana bakor kire û li bajarê (Batman)ê û 2 cara vegeryaye Kurdistana rojava bo bajarê (qamîslu) û li Kurdistana basor li bajarên Hewlêr û Silêmanî û Dihok konser pêskês kirine.
Coda ji van 2 berhema hunermend Çopî pitir jî 70 sitran li tilevîzyonên kurdî pêskês kirine u niha mijîlî komkirina berhemê xwe yê Siyê ye.

Sowar sindî 1/5/2008